Bannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur Startseite
Link zur Seite versenden   Druckansicht öffnen
 

Projeyên di rojevê de

Di çarçoveya xebatên me yên şêwirmendî û pêşkêşiyên me yên perwerdeyî de em her tim rastî gilî û pirsgirêkên civakî tên ku bandora xwe tenê li ser jinan nakin. Sedemên van pirsgirêkan bi giranî di helwestên zayendperest de,  di dîtinên kevneşopî yên pirjînî de, di nav bingehên baviksalar yên civakî de, li dewlet û pergalên aborî de dikarin bên dîtin.

Ji ber ku ev gazinc bi awayekî takekesî nikarin bên çareser kirin, em projeyan didin destpê kirin. Bi van projeyan em dixwazin di nav civake de guhertineke pêş bixînin,  di mijaran de hin tabuyan bişkênin û eşkere nîqaş bikin. Em dixwazin derfet û mercan ji bo jinan biafirînin da kuew karibin di nav civakê de wek jin bihevre di nav piştgirî û têkiliyê de bin. Em bi taybetî li ser têgehên „kêrî xwe hatin“ û „xwe-hêzdariyê“ de piştgiriyê didin.

Niha em di derbarê projeyên "Nûjîn " û  "Cihanên Jinan- Cafeya Jinên Xwedî Pirçand a Qalkirina Çîrok û Mijaran„ de xebatên xwe dimeşînin.

 

Nûjîn – Neu Leben

Ji ber sedemî şerê dewleta islami (IS) ku li Rojhilata Navîn bi hezaran mirov jiyana xwe wenda kirin, gelek hatin revandin, tehde li wan hat kirin an jî neçarî penaberiyê bûn. Bi sedhezaran kes bi encamên tundiya vê pêvajoyê rûbirû man. IS şerê xwe bi taybetî li dijî jinan da meşandin.  Bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û ji hêla IS ve hatin girtin. Gelek jinên ku ji destê IS reviyan, bi hêviya jiyaneke bi ewle û bi piştgirî, hatin Ewropayê. Lê mixabîn gelek caran ji bo van jinan alîkarî û piştgirî gelek kêm dimînin. Jin pirî caran leqayî astengiyan tên, ku ev astengî jiyana wan hin dijwartir dikin. Pêvajoya serîlêdanên penaberiyê û bi tenê mayîn, pirî caran jinan dixe nav jiyaneke bi îzole û bê dilê wan. Ev yek bi awayekî neyînî bandora xwe li ser jiyana wan dike.

nujin-logo

Em dixwazin bi projeya „Nûjîn- Neu Leben“ ji bo jinên penaber di jiyana wan de rewşeke stabîl û bi ewlehî ava bikin. Em dixwazin  di navbera jinên heman civakî de bi danûstendinên rêkûpêk ên tecrubeyan tenêbûna wan xelas bikin û bi awayekî pratîk „alîkariya destpêkê“ pêş bixînin.  

Bi avakirina komên „bi xwe kêrhatî“ em dixwazin îzolasyona heyî yên têkîldar xelas bikin, tora civakî di nav hev de xurt bikin, alîkariyeke profesyonel pêşkêş bikin û bi vî awayî rê ji bo jiyaneke nû ji bo jinan vebikin. Jinên ku kurdî dipeyivin tên cem hev, bi hev re didin û distînin, bi hev re çalakiyên hevpar rêxistin dikin û alikeriyeke profesyonel û bi piştgiriya jinan ji hêla xebatkarên projeyê ve distîin. 

 

Di derbarê projeyê de agahiyên din û dîrokan hûn dikarin li ser belavokê û beşa salname de bibînin.

 

Ev projê tê destek kirin:

AktionMenschLogo

Spalte 3
Inhaltsbereich

 

Cihanên Jinan

Cafeya Jinên Xwedî Pirçand a Qalkirina Çîrok û Mijaran

Bi çîrokbêjiya mobîl a navçandî û Caféya mijaran „Cihana Jinan“ em dixwazin ji bo jinan ciheke hevdîtinê ava bikin , ku tê de jinên ji heremê ji netew û çandên cuda karibin werin cem hev, di vexwarina çay û qehwê de, xwarina şîranî de bi hev re bidin bistînin û têkiliyan ava bikin.

 

Ev Café li Linz am Rhein’ê mehê carekê ji bo 3 saeten dê vebibe. Ev Caféya çîrokbej û mijaran dê li derdora bajêr û heremê bi awayekî mobîl tevbigere. Mehê carekê dê civîn wek mînak an li cafeyên bixêrhatin de an jî li cihên ligelhevhatina jinan ên heremî pêk werin. 

Di çarçoveya cafeya çîrokbêj û mijarî de dê mijarên taybet bên amade kirin. Jin dikarin wek mînak behsa bîranînên xwe an jî çîrokên ji jiyanên xwe bikin. Dikarin behsa zehmetiyên ku kişandine bikin, an jî filmekî kin bi xwe re bînin, ku pê bi bandor bûne.

 

Ligel serpêhatiyên jinan dê pisporên heremî jî ji bo mijarên taybet bên vexwendin, wek mînak di derbarê sîstema civakî û dibîstanî de, di derbarê têkiliyên bi saziyan re, pirsên zarok mezinkirinê de, di mijarên tiryak û pêvegirtinê de, di derbaskirina stres û trawma de, jin û pîşesazî de, tenduristiya jinan de an jî tundiya di nav malê de dikarin van mijaran bigirin dest.  Herweha mijarên bi taybetî ji bo jinên bi û bê tecrubeyên penaberî û koçberî bên dest girtin.

 

Dê di heman demî de Café ji hêla kesên bi pirzimanî ve bên destek kirin. Bi vî awayî jinên ku hîn almanî nizanin jî tevlî axaftinan bibin û hestên xwe, fikrên xwe bînin ziman. Herweha kesên têkîldar ji bo şêwirmendî û alîkariyê dê amade bin. 

Da ku em karibin astengiyên ji bo tevlîbûnê ji holê rabikin, dê alikariya seyarê jî hebe. Bi taybetî ji bo dayikên bi zarokên piçûk jî karibin tevlî bibin, dê lênêrîna zarokan jî hebe.

 

Di derbarê projeyê de agahiyên din û dîrokan hûn dikarin li ser belavokê û li ser salnameyê bibînin.

 

Ev projê tê destek kirin:

RheinlandPflazVerbraucherschutzLogo

FoederLogoBMI

Kontakt

Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.

In der Stehle 26

53547 Kasbach-Ohlenberg

Tel: +49 (0) 2644 602424

Veranstaltungen

Nächste Veranstaltungen:

Keine Veranstaltungen gefunden