Bannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur Startseite
Link zur Seite versenden   Druckansicht öffnen
 

Perwerde û pêşgirtin

Wekheviya jinan û jiyana hevpar a navçandî wek nîşaneyên pêşketina civakî ya nûjen tên dîtin. Her çiqas di van deh salên dawî de di van mijaran de pêşketineke girîng çêbûbe jî, hîn jî kêmasiyên mezin hene. Asta bilind a stresê ya di jiyana rojane de, bandoreke neyînî li tenduristiya jinan û her weha li ser têkiliyên wan ên civakî dike. Bi gelemperî ew tenê dikarin beşek ji kanîn û hêzên xwe pêşkêşî civakî û çandî bikin. Ev bi taybetî di beşdariya wan a pêvajoyên biryardana civakî, siyasî û taybet de xwe dide der.

 

Li gorî vê yekê Navenda Jiyana Jinan UTAMARA e.V.’yê dixwaze bi çalakiyên demên vala û pêşniyarên perwerdehiyê di navbera jin, keç û zarokên ji çand û civakên cîhereng de danûstendineke û hevjiyaneke pêş de bixîne.

 

Qursên ji bo jinan

Em bi qursa ziman a di asta hêsanî ku li gorî hewcedariyên rojane û rewşa jinan tê amade kirin, dixwazin jiyana jinan hêsantir bikin. Di vê qursê de jin dikarin bihevre bingeha zimanê almanî fêr bibin û hîndariyan bihevre çêbikin. Ji bo kursa ziman pêşzanebûnek ne pêwîst e.

Jin*ên penaber û koçber ye ku demeke dirêj e li Elmanyayê dijîn an jî ku yên nû hatine Elmanyayê dikarin beşdarî qursê bibin. Qurs 34 demjimêran berdewam dikin û heftê carekê bi rêk û pêk tên meşandin. Jin dikarin bi tevahî tevlî 3 qursan bibin.

Bi riya qursan em dixwazin ji bo bihêzkirina mafên jinan, pêşîlêgirtina tundiyê, ji bo parastina li dijî şîdeta nava malbatê ji jinan re û ji bo bihêzkirina zihniyeta perwerdeyê ji dayikan re bibin alîkar. Em li navenda xwe ya li Kasbach-Ohlenberg‘ê di mijarên jêrîn de wekî qursên-lezgîn ên betlaneyê pêşkêş dikin:

  • „Ez kî me û çawa dixwazim bijîm?“ Koçberî û nasname

  • „Jiyana ekolojîk, bi tendurîstî û hevseng“ – Pêşîlêgirtina stresê di jiyana rojane de "

  • „Ji dayik heya zarok“ - Şêweyên dêûbavbûnê

  • „Dîn, kevneşopî û jin" - Rolên zayendî

 

Ji kerema xwe re ji bo qeydê an jî ji bo pirsan, bi riya têlefonê an jî bi riya e-nameyê bi me re têkiliyê deynin.

Em ji sala 2014‘an vir de qursên jinan dimeşînin. Ev semînaran ji bo entegrasyona jinên biyanî ji hêla wan

tê fînanse kirin:

logo_bamf

Çalakiyên betlaneyê

Navenda jinê ya ku li herêmeke gundewarî bi cîh buye, ji bo gelek kesan firsendek e; da ku stresa rojane li dû xwe bihêlin û hêza xwe komî ser hev bikin. Da ku ev cîh ji bo gelek kesan bibe wek cihekî rihetiyê û di heman demî de ji bo pêşketina kesane û perwerdehiyê bibe cihekî taybet, Navenda Jinan UTAMARA e.V.‘yê ji bo jin, keç û zarokan bernameyên betlaneyê yên birêkûpêk organîze dike.

 

Di dema betlaneyên havînê de em gelek caran ji bo dayikên bi zarok hefteyekê perwerdeya havînê organîze dikin. Jin dikarin beşdarî semînerên li ser mijarên cûrbecûr bibin. Semîner di mijarên wek bixwebawerî û xweparastin, dîroka jinan, kêrhatina perwerdê, pêşîlêgirtina kêşbûnê û hwd. Ji bo zarokan bernameyên taybet tên amade kirin. Wekî mînak komxebatên di mijarên xwe-îfadekirinê de an jî medyaya civakî de tên lidarxistin. Tevlî zarokan çûndina avjeniyê an jî li hespê siwarbûn tên organîze kirin. Kom dema xwe di nav xwezayê de derbas dikin; diçin daristanê dimeşin, hunerên bi destan çê dikin û danê êvarê li dora agir dicivin û guftugohê dikin.

 

Herweha di betlaneya havînê de her tim kampên havînê ji bo zarokan tên sazîkirin. Li wir, zarokên di navbera 7 û 13 salî dikarin heta sê rojên havînê li UTAMARA derbas bibin. Di bernameyê de çalakî û komxebatên wek xweparastin, avjenî, lîstoka seydvaniyê û nanpêjiya ser agir hene .

Ji bo jinên ciwan jî di çarçoveya projeyan de li ser mijarên cûda kampên perwerdehiyê yên betlaneyê tên amade kirin. Bi bernameyeke hevseng a ji komxebat û çalakiyan pêk tê, UTAMARA ji bo keç û jinên ciwan li derveyî dibistanê cîheke ji bo fêrbûn û tecrubeyên kolektîf pêşkêşî dike.

Hûn dikarin dîrokên çalakiyan li ser salnameyê bibînin.

 

Xweparastin

Ji bo ku jin wek kesayetên azadîxwaz, azad û afirîner pêş bikevin, bihêzbûn, ewlehî û xwebawerî bingehên girîng in. Ji ber vê yekê em bi awayekî rêkûpêk komxebatên xweparastinê pêşkêş dikin. Di van komxebatan de jin û keç dikarin bixwebaweriya xwe xurt bikin û bi xwe bawer tevbigerin. Têkilî, awir, deng û destûrû nîşandan jî wek teknîkên xweparastinê û perwerdehiya ji bo tevgerên kêmkirina aloziyê rolên girîng dilîzin.

 

Em dixwazin bi riya komxebatan, xwebaweriya jinê ku di wan de heye, xurt bikin. Di heman demî de jin dikarin bi riya van komxebatan bizanibin ku ew li hember êrîş û derbaskirina sînoran xwedî maf û derfeta xweparastinê ne. Ji bo keçan mijarên wekî zordestî û axaftina nefretê li dibistanê, li derdora wan û li ser medyaya civakî tên destgirtin.

Komxebat wekî atolyeyên heftane û rojane têne pêşkêş kirin; an jî wekî qursên destpêkê/taybet ji bo jin, keç û her weha ji bo zarokan tên sazî kirin. Ev qurs di çarçoveyên projeyan û betlaneyan de, wek çalakiyên tekane tên pêşkêş kirin. Hûn dikarin di salnameya me de dîrokên çalakiyên heyî bibînin.

 

Komên jinan

Navenda jiyana UTAMARA e.V. û xebatên wê ji hêla jinên ji seranserê Elmanyayê ve tên bikaranîn. Carinan kom/grub bi tena serê xwe rêxistin dikin û li gorî pêdiviyan mayîna wan a navendê ji hêla xebatkarên navendê ve têne rêxistin kirin.

UTAMARA ger bê xwestin, dikare di rêxistinkirina semîner, çalakî û lênêrîna zarokan de piştgiriyê bide. Dema ku jin têne cem hev, an wek cîran, an heval, an jî xizm; dema jin bixwazin li navenda me wext bi hev re derbas bikin, em gelek keyfxweş dibin.

 

Di derbarê rê û rêbazên serdana navenda me de em bi kêfxweşî dikarin we agahdar bikin.

Hûn dikarin zêdetir agahdarî û şertên bikaranînê di nav beşa navenda civînan de bibînin.

Kontakt

Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.

In der Stehle 26

53547 Kasbach-Ohlenberg

Tel: +49 (0) 2644 602424

Veranstaltungen

Nächste Veranstaltungen:

Keine Veranstaltungen gefunden