Bannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur Startseite
Link zur Seite versenden   Druckansicht öffnen
 

Avabûn

Bingeha Navenda Jinan UTAMARA e.V.‘yê ji hêla Weqfa Jina Azad a Navneteweyî (IFWF) ya li Hollandayê ve hate avêtin û di cotmeha 2006‘an de di bin sîwana Weqfê de hate damezirandin.

 

Toreke berfireh a jinan ji welatên cûrbecûr ên Ewropayê, û bi taybetî Almanyayê, di damezirandina Navenda Jinan UTAMARA’yê de piştgiriya xwe ya maddî û manewî dan. Ji destpêka damezirandina xwe ve, Navenda Jinê UTAMARA e.V.‘yê xwe wekî komeleyeke ji bo berjewendiyên raya giştî pêş xist. UTAMARA neha ji welatên cûrbicûr bi nêzîkê 300 jinan, ku zêdetirên wan bi awayekî dilxwazî tevlî xebat û projeyan dibin, kar û xebatên xwe dimeşîne.

 

Uta û Amara

Uta Schneiderbanger û Amara Ceren Doğruak bi salan di nav Tevgera Jina Kurd de ji bo jiyaneke bi rûmet ji bo herkesî xebitîn. Wekî du jinên Alman û Tirk, zordarî û tundiya li ser jinan a li çar aliyê cîhanê wek êrîşeke li ser xwe fêm kirin û ji bo piştevaniya jinan a gerdûnî û têkbirina mercên baviksalarî tekoşîn dan. Herdû jin bi gelek zimanan diaxivîn û bi awayekî aktîf li welatên cûrbicûr beşdarî avakirina tora navbera sazî û rêxistinên jinan bûn.

 

Ji ber ku jiyana wan di sala 2005‘an de ji ber qezayekê seyarê mixabin pir zû bi dawî bû û gelek daxwaz û xewnên wan nîvco man, Navenda Jinê UTAMARA’yê bi navên herdû kesayetên navdar hate binavkirin.

 

Kontakt

Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.

In der Stehle 26

53547 Kasbach-Ohlenberg

Tel: +49 (0) 2644 602424

Veranstaltungen

Nächste Veranstaltungen:

Keine Veranstaltungen gefunden