Bannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur StartseiteBannerbild | zur Startseite
Link zur Seite versenden   Druckansicht öffnen
 

Çalakiyên çandî

Çand tê wateya hevjîyana civakî ya aktîf. Wêje, mûzîk, lîstok, dans, şano an jî fîlm. Mirov bi mebesta çalakiyên çandî tên gel hev, bi hev re didin û distînin. Her mirov bi awayekî cuda xwe dide der û bi vî awayî xwe ji nû ve îfade dike. Em jî wek navenda ligelhevhatinê wateyeke mezin didin, çalakiyên çandî, hunerî û bi vî awayî dixwazin xwe îfadekirina kesan xurtir bikin. Em dixwazin ku herkes afirînera nav xwe de veşartiye nas bike û ji nû ve kifş bike.

 

Heta îro kesên ku pirtûk dinivîsandin, fîlm çêdikirin, şano dilîstin, mûzîk çêdikirin, bi giranî zilam bûn. Pirî caran ji bo jinan û zarokan mînakên ji bo wan kêm bûn û gelek caran jî bi xwe bawer nedikirin ku nivîsekê binivîsin, enstrumentekê bilîzin an jî tevlî çalakiyeke afirînêr bibin. Em dixwazin bi çalakiyên xwe yên çandî derfetê bidin ku zarok derkevin ser dikê û dengên jinan di navendê de bin.

 

Festîvala zarokan a keskesor

Festîvala zarokan a keskesor her sal di meha Gulan / Hezîranê de pêk tê û di çalakiyên salane yên navenda jinê ya UTAMARA e.V. de. Festîvaleke gelek rengîn e. Rojekê di nav şînahiyê de, ku zarok bi afirîneriyên xwe û xeyalên xwe mohra xwe li navenda rojê dixin. Qonax bi komên zarokan û jêhatîyên wan ên kesane ve tê dagirtin, zarok beşdarî pêşbaziyên piçûk dibin, dikarin beşdarî çalakî û lîstokên cûda bibin û di parkê de bi serbestî tevbigerin. Balonên mezin ên ji sabûnê û boyaxkirina sûretan roja rengîn ji bo malbatan dike rojeke nejibîr.

 

Armanca çalakiyê ev e ku ji bo zarokan bê cûdahîdanîn, bê tundî û bi cîherengiyeke derfet bê dayîn, da ku karibin huner û nasnameyên xwe yên çandî îfade bikin. Di heman demî de armanca mîhrîcanê ew e ku bi pêşkêşîyên ku zarokan xurt dikin û diparêzin, bên naskirin û bikaranîn. Ji ber vê yekê em sazî û kesên herêmî vexdiwenin ku di dirûvekirina festîvalê de bibin alîkar, ji bo zarokan çalakiyan pêşkêş bikin û hewl bidin malbatan ji bo agahdarî û tor avakirinê.

 

Agahiyên rojane û dîrokên festîvalê hûn dikarin li ser salnameyê bibînin.

 

Projeya pirtûkê: Her jinek çîrokek heye

“Ji roja yekem ku di bîra we de ye, heya roja îroyîn, tiştên ku we tecrûbe kirine an dîtine, binivîsin. Em ê van bîranînên we yên hêja çap bikin da ku bila cîhan pê bizanibe, ku jin serî hildidin, jin şer dikin, jin tekoşînê dikin, jin dikarin azad bibin û jin di her qadên jiyanê de şoreşê çêdikin û ev şoreş nivîskaran, şoreşa wêjeyê jî dikare biafirîne û wek diyarî bide hemî gelên bindest."- - Bi vê nivîsê me di sala 2014’an de bang li we kiribû.

 

Ji hingê ve, sê pirtûkên bi navê "Her jin çîrokek heye", bi helbest, çîrok û bîranînên têr û tij,, ji hêla UTAMARA ve hat weşandin,. Ev çîrok û bîranînên bi kelecan û hestyar têkilîyan ava dikin û toran damezirînin – Herweha ev pirtûk nêzikbûna jiyana jinan bi hevûdu re nîşan didin an jî jiyanên gelek cuda nîşanî hevdû didin. Her jin bi rengê xwe û bi zimanê xwe dinivîsîne.

 

Jin û keç dikarin dikarin helbest û çîrokên xwe ragihînin me, ger

• ji hêla jin an keçan ve hatibin nivîsandin

• qet nehatibin weşandin

• di derbarê jin, jiyan û çîrokên jiyana wan de bin,

• ne bêhtirî pênc rûpelên A4 bin,

• bi almanî, kurdî, tirkî an jî îngilîzî hatibin nivîsandin

 

Nivîsên xwe tevlî nav, navnîşan, e-name, jimara têlefonê û heke gengaz be bi kurtenivîsa jiyana xwe (CV) û wêneyên xwe ji me re bişînin.

 

Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.

„Jede Frau hat eine Geschichte“

In der Stehle 26

53547 Kasbach-Ohlenberg

 

Fax: 02644-602426

E-Mail: info(a)utamara.org

 

Ger têra xwe nivîs komî ser hev bibin, ewê pirtûkeke nû bê derxistin. Pirtûk tê çapkirin û ji hêla xebatkarên UTAMARA’yê ve tê pêşkêşkirin. Hûn dikarin pirtûkên berê hatine çapkirin bi riya nivîskî an jî bi riya e-nameyê ji me bixwazin. Em 10 € wek buha digirin.

 

Qursa tembûrê ji bo jinan

Saz an jî tembûr enstrumenteke ku ji Balkanan heta Efxanistanê tê dizanîn. Her hefte, heta deh jinên ji herêmê tên cem hev û bi hevre vê amûrê lê dixin. Ev qurs ji bo asta destpêkê ye û di havîna 2019 de dest pê kir.

 

Mirov dikare beşdarî qursa heyî bibe an jî komên din vebike.

Kontakt

Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.

In der Stehle 26

53547 Kasbach-Ohlenberg

Tel: +49 (0) 2644 602424

Veranstaltungen

Nächste Veranstaltungen:

Keine Veranstaltungen gefunden