Şêwirmendî û Piştevanî

Şîdeta li ser jinê - nemaze şîdeta di nav malbatê, têkiliyên nêzîk û hestyar de - hîn jî ji bo jiyan û tenduristiya jin û keçan xetereyeke mezin destnîşan dike.Lewma jî ji bo jin û keçên ji her çandî re pêdivî bi cihên pêwendiyê hene ku wan biparêzin û ji wan re rê û awayên gengaz nîşan bidin.

Ji sala 2009‘an vir de ye UTAMARA ji jinên koçber ên ku bi şîdetê rê rû bi rû dimînin re şêwîrmendiyê dike. Li gorî daxwazên wan, ev şêwirmendî an rû bi rû, an jî bi riya têlefonê û bi awayekî anonîm tê meşandin. Em ji bo jinên di rewşên awarte de piştevaniyeke demkurt û herweha piştgirî û dilsoziyeke demdirêj ava dikin.

Em hewl didin ku tevlî jinên li şêwirmendiyê digerin, çareseriyên mayînde pêş bixînin. Bi taybetî tecrube, piştgirî û alîkariya jinên ku bi xwe ji şîdetê bandor bûne û rewşa jiyana xwe guhertine, me bi hêztir dikin. Di wateya alîkariya xwe bi xwe de gelek jin endamên xebatên şêwirmendiyê ne.

 

Em şêwirmendî û alîkariyê;

ji bo hemû jin*an û bi taybetî ji bo jinên koçber û penaber didin:

• di rewşên zehmet ên jiyanê de

• di rewşên awarte û qeyranê de

• di barên giran ên derûnî de

• di pirsgirêkên hiquqî û civakî de. Wek mînak: mafên parastin û debarê, mafê rûniştinê

• di têkiliyên bi rayedar û saziyên fermî re

• di pevçûnên malbatî, zewacî an jî hevjiyanî de

• di şêwazên şîdetê yên li ser bingeha ol, çand û kevneşopî de, yên wekî qelen, zewaca bi zorê û kuştinên di bin navê „namusê“

• di mijara tecrubeyên şîdetê yên bi riya şer, tehde an jî revînê de qewimîne

Em bi dilxwazî, bêpere û bi riyeke hêsanî piştgiriyê didin.

 

Em di lêgerînên we yên ji bo têkiliyên guncav û helwestên pisporî de, di vebijêrkên civakî an terapîstî de, di derbarê stargehên jinan an dezgehên parastinê de alîkariyê didin.

Em bi awayên

• rûbirû li navenda me ya şêwirmendiyê li Kasbach-Ohlenberg û

• li seranserê Elmanyayê bi riya têlefonê

 

Şêwirmendiya bi zimanê dayikê û hestiyariya çandî

Em dizanin di rewşên giran ên jiyanê de bi zimanê dayikê danûstendin û li çareseriyê gerîn hin hêsantir e.

Ji ber vê sedemê em şêwirmendiyê bi zimanên tirkî, kurdî (bi zaravayên kurmancî, dimilkî û soranî), îngîlîzî û almanî dikin. Em axaftvanên zimanê zikmakî ne û herweha di zimanên erebî, farisî, ûrdû, fransizî, îtalyanî û îspanyolî jî bi alîkariya navbeynkarên zimanan şêwirmendiyê pêşkêş dikin. Hûn dikarin zimanên din jî ji me bipirsin. Em dikarin pêdiviyeke ava bikin.

 

Ji duşemê heta înê di navbera 09:00-14:00’an de hûn dikarin xwe bigihînin me. Şêwirmendî li gorî rewşê dikare êvaran an jî dawiya heftê jî bê kirin.

 

Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.

In der Stehle 26

D-53547 Kasbach-Ohlenberg

 

Tel.: 0049 (0) 2644 60 260 60

E-Mail: beratung