Navenda Civînê

Bikaranîna navenda civînê

Navenda jiyana jinan UTAMARA e.V. li gorî armancên komeleyê derfeta mayîn û civînan ji bo jin û keçan pêşkêşî dike. Navend dikare ji bo semîner, komxebat, qursên perwerdehiyê, pêşangeh, civînên navneteweyî, civîn û hwd. bê bikaranîn.

 

Cihê navendê

Cihê navenda me li bajaroka piçûk a Kasbach-Ohlenbergê ye. Ev bajarok li newala Rheinê li ber perava Westerwaldê di navbera bajarên Linz û Erpelê de dimîne. Li vê deverê gelek cihên seyrûseferê, ku rêwîtiyên xweş pêşkêş dikin, hene: pira li Remagen û Muzexaneya Aşitiyê, Drachenfels, Erpeler Ley, newala bedew a Kasbachê.

Li bakur bajarê Bonn û li başûr bajarên Neuwied û Koblenz hene. Ev bajar bi seyareyan bi qasî 30 deqe dûrî navendê ne. Rawestgeha herî nêz a trênê Erpel bi lingan 15 deqe û Linz am Rhein bi lingan 25 deqe dûr in.

 

Hundirê navendê

Heta komên 20 kesî dikarin di navenda me de bi cîh bibin û bi şev bimînin. Di çalakiyên nav rojê de em dikarin di menzelên xwe de heta 50 kesî bihewînin.

Di menzelên razanê de navbera 3 û 8 nivîn hene, serşok û daşra tê de hene. Wek menzelên civakî devereke rûniştinê û yek ya xwaringehê, odeyên semînerê, rihetkirinê û lîstina zarokan hene. Li odeya semînarê flip-chart, beamer, û hwd. hene. WiFi heye. Herweha baxçe û hewş dikarin wekî mînak ji bo grill’ê bên bikaranîn.

Wek malekî xweser û komunal aşxaneya me ya mezin ji her kesî re vekiriye. Em di pêş de ji bo koman danûstendina pêwîst organîze dikin û tiştên xwestî peyda dikin. Bi vî awayî hûn dikarin xwe li ser civîn û perwerdeyên xwe konstantre bikin.

Ger bê daxwaz kirin, em dikarin ji bo we Catering jî ji herêmê organîze bikin.

Li ser daxwazê, em dikarin piştgiriyê bidin civînê we. Wek mînak di lênêrîna zarokan de, di derbarên pêşniyarên perwerdehî û semîneran an jî organîzekirina rêwîtiyan de em bi kêfxweşî alîkariyê didin. Ji kerema xwe re ji bo amadekariyan hinek wext bidin me û daxwazên xwe herî kêm çar heffte berî destpêkirina çalakî/civîna xwe bi me re parve bikin.

 

Şertên bikaranînê û buha (Çile 2020)

Pakêta dawiya heftê - ji înê êvarê heta yekşem êvarê

2 şev serê mirovê: 50,- €

2 şev ji bo jinên endam: 40,- € *

 

Nav hefteyê

1 şev serê mirovê: 25,- €

1 şev ji bo jinên endam: 20,- € *

 

Ji bo koman em baca bi 300 € digirin. Piştî civîn/çalakî bi dawî bibe bac li wan tê vegerandin. Ger ku xanî neyê paqijkirin em berdêla paqijkirina heta 100 € jê dibirin.

 

*Endamên UTAMARA’yê, zarok û jinên hewcedar dikarin bi derfetên mayînê bi rêjeke kêm bikar bînin. Bi me re bikevin têkiliyê.

 

 

Ji bo pirsan

Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.

In der Stehle 26

D-53547 Kasbach-Ohlenberg

Tel.: +49 (0) 2644 - 60 24 24

E-Mail: info(a)utamara.org