Danasîna saziyê

Cihekê ji bo hemû jinan

UTAMARA cîhekî ji bo hemî jinên ji temen û netewî ye; rewşa wan a civakî, ola wan, baweriya wan çi dibe bila bibe ji bo hemî jinan vekiriye. Xwe li ser bingeha tolerans û rêzgirtina dualî sazî dike. Em pê bawer in ku cîhanekê aram û jiyaneke azad gengaz e.

 

Çareseriyan pêş bixînin

UTAMARA dixwaze ji bo pirsgirêkên cuda yên jinan çareseriyan pêş bixe. Bi hewldanên çalakvanên mafên jinan û rêxistinên jinan gelek tabuyên ku jiyana jinê tehdîd dikirin, hatine şikandin. Vê yekê bandor li jiyana bi mîlyonan jinan kir. Em jî dixwazin bi xebatên xwe yên raya giştî û perwerdeyê ji bo jin û zarokan guhertinên bingehîn di hişmendiyê de ava bikin û bi vî rengî jiyana demokratîk a domdar pêşve bixin. UTAMARA bi armanca pêvajoya guhartinê de rola xwe bilîze hate avakirin.

 

Bixwebawerbûn û hêza biryardayînê xurt kirin

Em pê bawer in ku ji bo encamên tundiya zilam ên li ser jiyanan jinan karibe bê derbas kirin, hevgirtina jinan pêwîst e. Em jin pêdiviya me bi perspektîvên xweser heye, da ku em karibin tundiya zilam û zayendperestiyê ji holê rakin. UTAMARA hawirdoreke ku ji zilm, zext û zordariyê bêpar e, diafirine, û bi vî awayî dixwaze hêza xwebaweriyê û biryargirtinê di nav jinan de pêşve bixîne. Di hevdîtinên bi jinên ji çandên din re, em wek jin asta afirînerî û îfadeya xwe berfirehtir dikin, em hevûdu xurt dikin û bi xwe baweriya bi hev mezintir dikin.

 

Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Armancek bingehîn a UTAMARA tekoşîna li dijî hemî cûreyên tundiyê yên li ser jinê ye. Em di mijarên biserxistina tecrubeyên bi tundiyê, şer û koçberiyê de piştgiriyê didin û şîretan dikin. Jin dikarin li UTAMARA‘yê çarçoveyeke parastinê bibînin. UTAMARA ji bo bilindkirina hişmendiya gelemperî, bihêzkirina dilsoziya di nav jinan de û biserxistina tundiya baviksalarî û strukturên civakî, kampanyayan dimeşîne.

 

Hevkarî û torên têkiliyê

Em hewl didin ku bi rêxistinên jinan û saziyên sivîl ên herêmî û navneteweyî re hevkarî û tora xwe berfirehtir û kûrtir bikin. UTAMARA beşdarî nav torên pratîkî yên saziyên civakî dibe. Ev tor di warê pêşîlêgirtina tundiyê de dixebitin û hewl didin ku pergala alîkariyê bi awayekî bi bandor û gihîştî bêtir bê bikar anin.